1. vexwarineke emerikî ye ku bi xêra kapîtalîzmê li çar aliyê cîhanê belav bûye. biryar daye ku dê êdî li hin welatan bi navê xwe yê herêmî derkeve piyesayê. weke mînak dê li tirkiyê bibe "koka kola" . heta ku li kurdistanê nebe "qoqe qola" ezê venexwim * |
|
10.04.2014 23:32 |
oxir
|
2. vexwarina ku wek haşhaş û cixareyê di mirovan de rajêriyekê xerab çêdike ji ber ku di navê de cafeîn heye dema mariv hînî wê bibe zû bi zû nikare dev jê berde. tu feyde wê tune ye ji serî heya binî zirar û xisar e ku beden, laş û tendurîstiyê marivan dixisirîne lê bêmirad gelek xweş e.. di demsala zivistanê de qe dilê mariv naçe bi havînê jî bêyî wê bi şev nabin ango roj naçe ava. ez her roj bi qasî kîloyekê vedixwim nexasim jî di meha remazanê de gava ezan dixwîne yekcarî dadiqultînî ji gewriya xwe hahh tahma ku mariv wê gavê jê digire nayê terifkirin. |
|
11.04.2014 21:11 |
ferhenga şikestî
|
3. tê gotin ku, zilamek dixwaze şerbetek çêbike û bifroşe, çiqas rast e nizanim lê li gorî gotegotan zilam hemî malê xwe di rêya vê projeyê de diqedîne, feqet şerbet qet nayê firotan, hevkarê wî radibe vê şerbetê sar dike û di ser şûşeya colayê de 'sar vexwin' dinivîse, piştî vê nivîsê di warê firotinê de digihîje hejmareke bê hempa.. |
|
30.03.2016 23:32 |
ferhenga şikestî
|
4. pirî vexwarinek havînê yi. mirov bo tîna xwe bişkîni li ser xwe dadiki bi tahm e bi rastî a rastî |
|
30.03.2016 23:58 |
qijilyo
|
5. Vexwarineke ku pêşî weke dermên dihata bikaranîn. Kokaîn dihewand. Ji xwe navê wê jî ji navê kokaînè tê. Dûvre hatê fêhmkirin ku kokaîn xeter e. Ica kokaîn ji nav derxistin û bi hişê bazirganekî dijwar dest firotinê kirin. |
|
31.03.2016 11:23 |
gumgumok
|
6. A ku ji hinekan re jê veneger e. Ez bi xwe deh salan venexwim nabêjim xwezî kolayek cemidî hebuya û min vexwara. Lê ku carek li derekê bidin min jî ez nabêjim ez qet venaxwim û vedixwim. |
|
31.03.2016 12:28 |
azadixwaz
|
7. qutiyên xwe yên 330ml guhertiye. berê xurt û kin bû lê niha dirêj kirine. qutiyên wan ên 250ml ji xwe direjokî bûn. min gelek ji wan qutiyan hez dikir û diqot xwezî yên 330ml jî werê bikirana û va ye kirine. |
|
23.05.2017 15:47 |
mergehez
|
8. karekî berredayî ye, ji ber ku di hemî erebeyan de cihê vexwarinÊ standart e û hemî li gorî qutîyên berê hatine dizaynkirin |
|
24.05.2017 14:03 |
ferhenga şikestî
|
9. Gava navê wê dibihîzim yan jî dibînim navê vê wek qola qoqa bi lêv dikim. Çima nizanim. Hêj ecêbtir tê. Her kes dikenê jî. Kenîn baş e. Ji qola qoqayê jî derxistina espirî ciyawaziyeke ha. Jixwe ez di lîseyê de carekî di pêşbaziyeke zanyariyê de serbiketî bûme : ). |
|
24.05.2017 16:14 |
rûbar
|
rûviyê zirav [1] |
|
nilipek [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
botantimes.com [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |